Serok Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Rûsyayê kir

Serok Barzanî nêrîn û nîgeraniyên xwe yên derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê gihandin Cîgirê Wezîrê Rûsyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkhaîl Bogdanov û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê silavên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Wezîrê Derve yê Rûsyayê gihandin Serok Barzanî û tekezî li ser pêgeha gelê Kurdistanê û rola Herêma Kurdistanê li Iraq û herêmê kir. Diyar kir jî ku bi nêrîna Rûsyayê, Herêma Kurdistanê roleke mezin li Iraqê dibîne û fakterê aramiyê ye.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartina Encûmena Nûneran a Iraqê ya Cotmeha borî hatin guftûgokirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, gefên terorê li ser aramiya herêmê hat guftûgokirin û her du alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku pêwîst e hokarên derketina terorê ji rîşeyan ve bêne rakêşan.

Rewşa Sûriyê mijareke din a hevdîtinê bû û Serok Barzanî nêrîn û nîgeraniyên xwe yên derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê gihandin şanda mêvan.

Di dawiya hevdîtinê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ajmaje bi pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û gelê Rûsya da û rola dîrokî ya malbata Barzanî di pêşvebirina wan pêwendiyan de bilind nirxand û xwazyara wê jî bû ku pêwendiyên welatê wî ligel Herêma Kurdistanê geştir bibin.