Bi nûneratiya Serokwezîrê Herêmê, Parêzgarê Hewlêrê beşdarî şîna şehîdan bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya pêwendiya telefonî re sersaxî li malbatên serbilind ên şehîdên Pêşmergeyan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Parêzgarê Hewlêrê ragihand, bi nûneratiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê beşdarî merasîma sersaxiya 7 şehîdên Pêşmerge bûye.

Di daxuyaniyekê de Nivîsgeha Parêzgarê Hewlêrê ragihand, bi nûneratiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw beşdarî merasîma sersaxiya 7 şehîdên Pêşmergeyên qehreman bûye ku di rûbirûbûna êrîşa şeva borî ya DAIŞê de şehîd bûbû.

Nivîsgeha Parêzgarê Hewlêrê ragihand jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya pêweniya telefonî re sersaxî û hevxemiya xwe ji malbatên serbilind ên heft şehîdên Pêşmergeyan re ragihand û hêvî xwast, Xwedêyê mezin giyanê wan bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbatên wan.

Şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşî çend gundên sînorê qezaya Mexmûrê yên li ser binarê çiyayê Qereçoxê kirin û di encam de li gundê Xidircîce 3 welatî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûn.