Parlamentoya Kurdistanê êrîşên DAIŞê li ser Pêşmerge gotûbêj dike

Şandeke Hikûmeta Herêmê Kurdistanê jî beşdarî civîna Parlamentoyê dibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna şandeke Hikûmeta Herêmê Kurdistanê, êrişên vê dawiyê yên DAIŞê li ser hêzên Pêşmerge di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de tê gotûbêjkirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, di civînê de Wezîrê Pêşmerge, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran û Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yê bi wekalet beşdar dibin.

Di civînê de, êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê li ser hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û dabînkirina pêwîstiyên Pêşmerge dê bêne gotûbêjkirin.

Herwiha dê xwendina duyem ji projeyasaya (sererastkirina yasaya Wezareta Darayî û Aborî li Herêma Kurdistanê) re li gorî bendên (87, 88, 89) yên Peyrew Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê bê kirin.

Her di wê civînê de jî, pêdaçûna Komîteya Daray û Karûbarên Aborî ya derbarê dahatên Herêma Kurdistanê jî were pêşkêşkirin.

Di destpêka rûniştinê de dê pêşwazî li kurê xanim Danielle Mitterrand, Gilbert Mitterand bê kirin û Seroka Parlamentoyê jî bixêrhatina xwe pêşkêş bike û paşê Gilbert Mitterrand dê gotarekê pêşkêş bike.

Îro ku 10 saliya koça dawiyê ya dosta gelê Kurd Danielle Mitterrand e, pêşangeheke wêneyên Danielle Mitterrand tê vekirin.