Olaf Scholz bi fermî şûna Angela Merkel digire

Olaf Scholz - Reuters Fabrizio Bensch
Olaf Scholz - Reuters Fabrizio Bensch

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Olaf Scholz îro 8/12/2021ê di dengdana Parlemantoyê de bi ser ket û piştî 16 salan li şûna Angela Merkel girt.

Seroka Bundestag Barbel Bass ragihand, Scholz ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî di hikûmeta Merkel de kar dikir, bi piraniya dengan (395) dengên ji parlemanterên Parlemantoya Almanî bidest xistin.

Schulz piştî ku bi fermî ji aliyê Serokomar Frank-Walter Steinmeier ve hatibû kandîdkirin, dê li pêş parlemanteran sûnda yasayî bixwe û piştî nîvro jî Merkel dê Şêwirmendiyê radestî wî bike.