Pisîkên Wanê bi reng û çavên xwe bala xelkê dikişînin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî metirsiyên vîrûsa Korona, lê îsal li Mala Pisîka Wanê, 100 pisîk zêde bûne. Karmendên mala navbûrî dibêjin ku di bin çavdêriyê de pisîk gihandin hev û bi şîrê dayikên wan hatin mezinkirin.

Mala Pisîka Wanê ku bi deh hezaran xelkên bajêr û yên biyanî sardana wê dikin, îsal qerebalex tê de zêde bûye, ji ber ku îsal 100 pisîkên Wanê li navenda navbûrî, zêdetir bûne.

Ji ber belvbûna vîrûsa Korona li Tirikya yê, metirsî li cem endamên Mala Pisîka Wanê hebû ku pisîkên wan bi vîrûsê bikevin û bimirin, lê metirsiyên wan têk çûn.

Karmendê Mala Pisîka Wanê Mihemed Atar Bayir dibêje: “Ji ber Koronayê em îsal bi hestiyarî nêzîkî pisîkan bûn. Di bin çavdêriyê de gihandin hev. Îsal sed çêlikên wan çêbûn. Bi şîrê dayikên wan hatin mezinkirin û derziyên dermanê temam bûn. Salên din zêdetir bûn. Du meh in me Mala Pisîkan bo serdanê vekiriye û hejmareke zêde welatî hatin serdanê.”

Bajarê Wanê li gel dîroka xwe û bi pisîkên xwe jî tê naskirin. Ciwaniya vê pisîkê bûye sedem ku salane bi dehên hezarên keştyaran sardana bajêr bikin û wêneyên wê bigrin.

Taypetmendiya pisîka Wanê ew e ku rengê herdu çavên wê jihev cuda ne, yek şîn û yek ze re, ji lîstikê hez dike û pirçê wê dirêj e û rengê wê sipî ye herwiha pisîka Wanê ji melevaniyê hez dike.