ENKS: Amerîka tekeziyê li ser rola ENKSê di proseya siyasî ya Sûriyê de dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, aliyê Amerîkî tekeziyê li ser çareserkirina nakokiyên ENKS - PYNKê dike.
Desteya Serokatiya ENKSê di daxuiyaniyekê de ragihand, duhî 17/12/2021ê şandeke serokatiya ENKSê bi awayê “Online” bi balyozê berê David Brownstein û balyozê nû Matthew Pearl re civiya.
ENKSê diyar kir: “Aliyê Amerîkî tekezî li ser rola girîng a ENKSê di proseya siyasî û rewşa giştî ya Sûriyê kir û piştgiriya welatê xwe ji diyaloga Kurdî – Kurdî û pêwîstiya çareserkirina nakokiyên di navbera wan de nîşan da.”
Di daxuyaniyê de hat got jî: “Di civînê de rewşa herêmên Kurdî û bakurê rojhilatê Sûriyê bi giştî û rêyên alîkariya gelê Sûriyê hatin guftûgokirin.”
Ji aliyê xwe ve, ENKSê jî di civînê de tekezî li giringiya danûsatndinên Kurdî, gihîştina bi rêkeftinekê yekhelwestiya Kurdî û bicihkirina aramiyê li herêmê kir.
Di daxuyaniya ENKSê de hat jî: “Ji bo derbaskirina astengiyên heyî, tekezî li ser berdewamiya danûstandin û hevdîtinan hate kirin.”