Yûsûf Erbane li ber sûrên Diyarbekirê bi muzîka Kurdî pêşwazî li geştiyaran dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Yûsûf Erbane, li ber sûr û kela Diyarbekirê bi muzîkên Kurdî geştiyar û welatiyên ku serdan dikin, pêşwazî dike. Yûsûf Erbane, tîne ziman ku muzîka Kurdî dewlemend e û ew jî bi şanazî li ser kolanan û her ciyekî pêşkêş dike.

Welatî û geştiyarên ku li Diyarbekirê serdana ciyên dîrokî yên kela Diyarbekirê dikin, stres û xeman didin aliyekî û li ber muzîka Yûsûf Erbane dest bi şahiyê dikin.

Yûsûf Erbane jî radigihîne ku teqrÎben 18 sal e, li ser kolanan bi erbaneya xwe muzîkên Kurdî dibêje û her ku dibêje jî jê têr nabe.

Yûsûf Erbane dibêje: “Ez ji sala 2003’an heta niha vî kara dikim. 8 salan min li Stembolê li ser kolanan lêda û got. Li Taksîmê, Şîrînevler, Kadikoy, Aksarayê min digot. Silavên xwe ji bo hemû gelê Kurd dişinim û her hebin.”

Welatiyên ku ji bo serdana kela, birc û sûrên Diyarbekirê hatibûn jî li gel ku video û wêneyan kişandin, li ber muzîka Kurdî dîlan jî gerandin.

Halîl Koç jî eslê xwe ji Xarpêta li bakûrê Kurdistanê be û zarokatiya xwe li Diyarbekirê derbas kiribe jî demeke dirêje, li derveyî welêt, li Elmanyayê dijî û vê carê wek geştiyar bi zarokên xwe re serdana sûrên Diyarbekirê dike.

Halîl Koç got: “Zarokatiya min li vê derê derbas bû. Eviya çanda min e, çewa ku Elman û Ewrûpî dans dikin, ev jî reksa me ye. Wexta ku min dît li vir dîlan digere, ez bixwe motive bûm. Yên li gel min jî keçikên min in. Li Stembolê mezin bûne û van deran pir nizanin. Bi herdû keçikên xwe re hatim ku yek ji wan niha li Emerîkayê dijî, min xwest bila cîh û warên bav Û bapîrên xwe bizanin. Bila Mezopotamya û Kurdistanê nas bikin. Loma jî kêfxweş im.”

Yûsûf Erbane tîne ziman ku ew pir kêfxweş dibe ku welatî û geştiyar bi muzîkên wî şahî û dilan digerinîn û ew baldariya welatî û geştiyaran jî bo wî dibe motivasyon.