Balyozxaneya Amerîka li Baxdayê rastî êrîşeke bi mûşekan hat

Balyozxaneya Amerîka ya li Herêma Kesk a Bexdayê bi du mûşejên Katyusha hat armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kesk a Bexdayê ya ku Balyozxaneya Amerîka lê ye, îro danê sibê bi du mûşejên Katyusha hat armanckirin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihand, mûşeke bi riya sîstema berevaniyê hat xistin, mûşeka din jî li nêzîkî qada ahengan kete xwarê û ziyan gihîşt du otomobîlan.

Li gor daxuyaniyê, hêzên ewlehiyê dimildest dest bi lêkolînan û diyarkirina cihê ku mûşek jê ve hatine avêtin kirin.

Di mehên dawîn de, bi dehan êrîşên mûşekî yan bi droneyan, hêzên û berjewendîyên Amerîkî li Iraqê hatine armanckirin. Ti aliyek berpirsatiyê wan êrîşan nagire ser xwe, lê Amerîka grûpên ser bi Îranê ve tometbar dike.

Ev êrîş di demekê de tê, biyar e li gor rêkeftina stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de, bi du hefteyên din re hêzên şerker ên biyanî ji Iraqê vekişin.

Iraqê hefteya borî bidawîhatina “erkên şer” ên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka li ser axa xwe ragihandibû, lewra erkên van hêzan tenê di warê rahênan û rawêjkariyê de bimîne.

Di wê derbarê de jî, Farmandarê Farmandariya Navendî ya Artêşa Iraqê General Kenneth Franklin McKenzie ragiahnd, Amerîka 2500 leşker li Iraqê dihêle.

General McKenzie got jî: Erkên hêzên me dibin şêwirmendî, pêşkêşkirina piştevaniya asmanî û alîkariyên leşkerî yên din.