Li Enqerê piştî du salan perdeyên şanoyê ji bo lîstikeke Kurdî hate vekirin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê paytextê vî welatî piştî du salan perdeyên şanoyê ji bo lîstikeke Kurdî hate vekirin. Tîmeke ji Şanoya bajarê Diyarbekirê lîstika bi navê Don Kîxot ya pirtûka nivîskarê Îspanî Servantes li gorî şêwaza xwe ya kenvar pêşkeşî şanohezên Enqereyî kirin. Şanoger û şanohez keyfxweş bûn piştî du salan hatin bal hevdu.

Li Enqera paytextê Tirkiyê piştî du salan ji aliyê tîma şanoya bajarê Diyarbekirê ve şanoyeke kurdî hate lîstin. Şanogerên Kurd Şanoya ku ji pirtûka Don kîşot ya nivîskarê Îspanyol Cervantes hatiye vergirtin bi şêwazeke kenvar û bi kurdî serpêhatiyên kesayetekê ku dixwaze bibe Şovalye pêşkeşî temaşevan û şanohezan kir. Lîstikvanên şanoya Kurdî ku piştî du salan careke din li enqerê derketine pêşberî temaşevanan dan zanîn ku veyrosa Koronayê û dîjîtalbûn bibû sedem ku ev ji temaşevanên xwe dûr bikevin.

Şanoger Berfîn Emekdar ji K24ê re got: “Tenê ne ji bo şanoya Kurdî ji bo tevahiya cîhanê ya rast astengiyeke emzin çêbû ji ber korona. du sal bi rastî jî gellek din ava tengasiyê de derbas bû ku me nedikarî xwe bigihînin temaşevanan. Djîtalbûn û şana ji hev nayê, ji ber ku şano tiştekî rutîalîstîk e û tiştekî zindî ye û bi temaşevanan re enerjiya wê derdikeve û çandekî wisa ye gerekî zindî be.”

Şanoger Ozcan Ateş dibêje: “Beriya pandemiyê jî şanoya Kurdî do rewşeî pir baş de ne bû mixabin. Ji bo hemû parçeyan ez dibêjim. Li bakur,başur rojhilat û rojava. Ji berk u karekê em bejin her tim domdar nîne. Bê guman di dema pandemiyê de jî zêdetir tesir li ser hat kirin. ji be rku kêm kes vê karî dikin û di warê aborî û dê hila din da bandor li ser çêkir.”

Şanoya Kurdî ya ku rastî eleqeyeke mezin ya temaşevana hatî li gel şanohezên Kurd ji aliyê welatiyên tirk ve jî hate temaşekirin û hezkirin.

Temaşevan Ozgur Yildiz: “Em gelek kelecanî bûn, gelek xweş bûn, dixwazin her sal vê şanoya Kurdî vere li vê derê darxistin. Belkî em dikarin demekî nêz de liv ê derê jî şanoyekî kurdî jî darbixin.”

Temaşevan Fatma Kiliçarslan: “Piştî du salan şanoyeke Kurdî ji Amedê hate Enqerê. Ez Kurdî nizanim lê belê tiştekî gellek xweş e ku li paytextê Tirkiyê şanoyeke Kurdî hate lîstin û gelê Kurdî jî xwedî li şanoya xwe derketin.”

Ev tîma şanoya Kurd ya bajarê Diyarbekirê ku niha li Tirkiye û bakur derdikeve pêşberî şanohezan piştî sersalê dê berê xwe bidin herêma Kurdistanê jî û li wê derê jî dê bi şanoyên xwe derkevin pêşberî temaşevanan.