Parêzgarên Hewlêr û Urmiyê liv û tevgera bazirganiyê gotûbêj kirin

Ji bo pêşxistin û bihêzkirina tevgera bazirganiyê ya li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran – Temerçîn civîneke berfireh encam dan.
Herdu parêzgarên Hewlêr û Urmiyê civiyan
Herdu parêzgarên Hewlêr û Urmiyê civiyan

Hewlêr (K24) – Parêzgariya Hewlêrê ragihand; bi serperiştiya parêzgarên Hewlêr û Urmiyê ji bo pêşxistin û bihêzkirina tevgera bazirganiyê ya li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran – Temerçîn civîneke berfireh encam dan.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, bi serperiştiya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Mutemîdyan û bi amadebûna Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî, şandên herdu parêzgehan, li Dîwana Parêzgeha Urmiyê, bi mebesta bihêzkirina pêwendiyên giştî yên navbera herdu aliyan, civîneke berfireh encam dan.

Parêzgariya Hewlêrê diyar kir; piştî pêşkêşkirina têbînî û nêrînên amadebûyan ji bo pêşvebirin û başkirin û bihêzkirina liv û tevgera bazirganî û aboriya navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, civîn gihîşte çend biryar û raspardeyan.

Dîmenek ji civînê
Dîmenek ji civînê