Li Diyarbekirê nirxê avê %16.5 tê erzankirin

Diyarbekir (K24) – Rêveberiya Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (DÎSKÎ) nirxê avê %16.5 erzan kir. Li gorî daxuyaniyê, erzanî ji bo bikaranîna heta 15 metresêcar an go 15 hezar lîtreyan e.

Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî ragihand, bi vê biryarê Diyarbekir bûye duyemîn bajarê mezin ku av lê herî erzan e.

Li gorî biryara DÎSKÎyê, welatiyên di nava mehekê de heta 15 hezar lître av bikar tînin dê %16.5 erzantir heqê wê bidin.  

Kesên ku ji 20 hezar lître zêdetir avê bikarbînin dê him ji erzaniyê sûdê wernegirin him jî dê heqê avê zêdetir bidin.

Erzankirina avê dê ji 1/1/2022an û pê ve dest pê bike. Bi vê yekê armanc ew e ku 880 hezar lître av kêmtir were bikaranîn. Li gorî daxuyaniyên rêveberên DÎSKÎyê bi erzankirina nirxê avê dê 46 mîlyon lîre di berîka welatiyan de bimîne.

Rayedarên DÎSKÎyê radigihînin ku hindî av kêmtir were bikaranîn dê erzantir be.