Li Diyarbekirê bertek li hember êrîşa li ser HDPê hat nîşandan

Rêveber û endamên HDPê û partî û rêxistinên hevgirtiyên HDPê li Qada Şêx Seîd civiyan û bertek nîşanî êrişên li ser HDPê dan.
Diyarbekir, wêne: K24
Diyarbekir, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bertek nîşanî êrişên li ser partiya wan dan û gotin û tevî hemû êrişan ew dest ji riya siyaseta demokratîk bernadin.

Rêveber û endamên HDPê û partî û rêxistinên hevgirtiyên HDPê li Qada Şêx Seîd civiyan û bertek nîşanî êrişên li ser HDPê dan.

Hevseroka HDPê ya Diyarbekirê Gulistan Atasoy got; ew ê rojekê hesabê êrişên li ser wan bipirsin.

Gulîstan Atasoy bertek nîşanî helwesta hikûmetê ya ser partiya wan da û amaje kir ku, di ser komkûjiya Roboskiyê re jî deh sal derbas bûn û ew êriş û êrişên van rojan tên kirin hemû plankirî ne.

Hevserokê HDPê yê Diyarbekirê Zeyat Ceylan jî got; dê hemû êrişan vala derxînin û dê hesabê hemû êrişên li ser partiya wan bipirsin.

Zeyad Ceylan da zanîn ku; heger demanceya êrişkarî li Stenbolê biteqiya dê qetlîamek din bikira.

Ceylan got; dê li ser vê ernîgariyê rojekê dadwerî were cîbicîkirin.