Bi droneyan êrîş li firokxaneya Bexdayê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlekariyê ya Iraqê aşkere kir, binkeyeke serbazî ya Amerîkî di nava Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê de rastî êrîşekê hat.
Wî jêderî ewlekariyê diyar kir, bi riya 2 droneyan êrîş li ser binkeya serbazî “Victoria” ya Amerîkî di nava Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê de hate kirin.
Amaje bi wê jî da, sîstema berevaniya li dijî mûşekan a li nava wê binkeyê, karî her du droneyan bixe xwarê.
Wî jêderî diyar kir jî, di wê êrîşê de ti ziyanên canî û madî nebûn.
Duhî jî bi dronên bombekirî, êrîşî li ser binkeya serbazî ya Victoria ya Amerîkayê li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê hatibû kirin.