Îshaq Cizîrî, kurê Esker Cizîrî saza bavê xwe li erdê nahêle

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Cizîra Botan a ku yek ji navendên girîng a dengbêjiyê ye car caran dengbêjî ji bav derbasî zarokên wî jî dibe ku Îshak Cizîrî yê kurê Esker Cizîrî ye piştî wefata bavê xwe saza bavê xwe hildaye û dibêje ew ê li mîrata bav û kalan xwedî derbikeve.

Cizîra Botan ji aliyê çand û hunera Kurdistanê ve wek kanzayekê ye ku berhem û kesayetên bêhempa jê derketine. Bi teybetî jî di warê dengbêjiyê de Heme Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Seîd Axayê Cizîrî, Meryemxan, Evcelîlê Bibil, Fotê Kurê, Celuyo Kur, Aşiq Selîm, Eliyê Mistefa û gelek dengbêjên din ji Cizîra Botan derketine ku hîn jî çerxa afirandina dengbêjan dizivire ku Îshaq Cizîrî jî yek ji wan kesan e. Îshaq Cizîrî kurê dengbêjê Cizîra Botan ku salek berê wefat kir dengbêj Esker Cizîrî ye. Îshaq Cizîrî dixwaze xwedî li mîrata bavê xwe derbikeve û nirxê dengbêjiya Cizîra Botan biparêze û di nava nifşê nû de jî belav bike.

Dengbêj Îshaq Cizîrî ji K24ê re got: “Ez her dizanim ku ez stranan dibêjim. Ez li ser şopa rehmetiyê bavê xwe çûm. Min bi işqeke zêde guh dida bavê xwe. Mixabin bavê min zû ji nav me çû. Min jî niyet kir ku ez tembura wî bikim deste xwe de û heta ji min bê ez wî bişopînim.”

çGelek dengbêjên ku dengvedane di nava xîzaniyê de hunera xwe afirandinê û bi pirranî jî rewşa wan a aboriyê ne baş bû. Îshaq Cizîrî jî niha qedera wan dengbêjan dijî û her çiqas derfetên wî yên aboriyê ne baş bin jî ew hewil dide mîrata ku ji bav û kalen xwe wergirtiye bidomîne.  Dengbêjê Botî amaje dike ku ew dixwaze albumek derbixe û êdî saza bavê xwe ji deste xwe bernede.

Dengbêj Îshaq Cizîrî dibêje: “Min divê her ez dengbêjiyê bikim. Ez naxwazim navê bavê min winda bibe. Min divê ez ji xwe re bernameyan çêkim, klîpan bikêşim. Mixabin derfetên min jî nînin. Derfet hebin ez gelek dixwazim xwe bidim nasîn. Xwedê ji wan razî be hijêkiriyên bavê min gelek bûn. Bi izna xwe bila mereq nekin, ev tembura bavê min e, mink kiriye deste xwe de, ez bernadim. Vê dengbêjiyê ezê hîn jî bikim. Ez gelek difikirim ku zarokên min mezin bibin, ez temburê bidim dest wan ku ew jî dengbêjiyê bidomînin. Dengbêjiya me ya Cizîrê qedîm e. Divê her berdewam be.”

Îshaq Cizîrî kurê dengbêj Esker Cizîrî ye, Dengbêj Esker Cizîrî jî kurê dengbêj Eliyê Mistefa ye ku di malbatê de dengbêjî ji aliyê nifşên berê vê bo nifşên nû tê veguhestin. Îshaq Cizîrî jî bang li nifşên nû dike ku bil ali nirxên xwe yên ji bav û kalan mane xwedî derbikevin û vê yekê bo hemû ciwanan wek peywirekê pênase dike.