Artêşa Tirkiyê bajarê Kobanê bombebaran dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor jêderên ji bajarên Kobanê, artêşa Tirkiyê nava Kobanê û hejmarek ji gundên wê bombebaran dike.
Jêderên ji Kobanê ji K24ê re ragihandin, îro artêşa Tirkiyê bi top û mûşekab 3 cihên di nava bajarê Kobanê de û dora 15 gundên Kobanê ji wan Qeremox, Xan, Bîr Erebê û Elî Şarê bombebaran kirin.
Li gor zanyariyan, di bombebaranê de, Muxtarê gundê Xanê şehîd bûye û 12 kesên din li Kobanê û gundan birîndar bûne.
Wî jêderî destnîşan kir jî, Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser wê ve bi çekên giran 15 gundên di navbera Kobanî, Girê Sipî û bajarokê Eyn Îsayê kirine armanc.