Li Urmiyê erd hejiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, erd bi tundiya 4.4 pile li gor pîvera Richterê hejiya.
Navenda Erdhejê ya Zanîngeha Tehranê ragihand, erdhej bi tundiya 4.4 pile li gor pîvera Richterê û bi kûrahiya 6 kîlometroyan bin erdê de bû.
Da zanîn jî, navenda erdhejê 60 kîlometroyan li bakurê rojavayê bajarê Urmiyê bû û li xala sînorî Sêro yê li ser sînorê Tirkiyê hest pê hate kirin.