Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Lithuanya kir

Wezîrê Derve yê Lithuanya spasiya hevahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi welatên Yekîtiya Ewropa re kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17/1/2022an pêşwazî li Wezîrê Derve yê Lithuanya Gabrielius Landsbergis kir.

Di civînê de, guftûgo derbarê proseya siyasî ya Iraqê, pêşvebirina pêwendiyên dualî û pirsgirêka koçberan li Ewropa hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevahengiyeke pêwîst bi welatên Yekîtiya Ewropa ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan dubare kir û tekezî li rêgirtina li koçkirina neyasayî û bazirganiya bi mirovan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de rêkarên tund û pêwîst girtine.

Wezîrê Derve yê Lithuanya spasiya hevahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi welatên Yekîtiya Ewropa re kir, ji bo çareserkirina pirsa koçberan û asankariyên ji bo vegera arezûmendane ya hejmareke mezin a koçberên li ser sînorê Belarus û welatên Yekîtiya Ewropa bo Herêma Kurdistanê.

Herwiha Wezîrê Derve yê Lithuanya amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di warên cuda û bi taybet di warê xwendin û perwerdeyê de nîşan da.