Altan Tan: Eger em zimanê xwe biparêzin em ê bikarin zêdetir tiştan bi dest bixin

“Perwerdehiya bi du demjimêran helbet ne bes e; divê 4-5 heta 10 demjimêran perwerdehî were dayîn. Lê belê ew du demjimêr jî gavek e.”
Siyasetmedarê Kurd Altan Tan
Siyasetmedarê Kurd Altan Tan

Diyarbekir (K24) – Siyasetmedarê Kurd Altan Tan diyar kir; eger Kurd bikaribin zimanê xwe biparêzin, dikarin gav bi gav zêdetir tiştan bi dest bixin. Herwiha li ser mijara hilbijartina dersa Kurdî jî ragihand: “Perwerdehiya bi du demjimêran helbet ne bes e; divê 4-5 heta 10 demjimêran perwerdehî were dayîn. Lê belê ew du demjimêr jî gavek e.”

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedar Altan Tan ji K24ê re ragihand: “Dayika min tirk bû, ez dûv re fêrî kurdî, tirkî, erebî û îngîlîzî bûm. Ez kurdî ji bapîrê xwe hîn bûm. Bapîrê min gelek caran guhdariya stranên Hesen Cizrawî, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço, Meryem Xan, Eyşe Şan û stranbêjên din dikir. Min jî meraqa gotinên wan di stranan de dikir û hêdî hêdî ez hînî kurdî bûm.”

Altan Tan bal dikşîne ser girîngiya ziman û dibêje: “Ziman gelek mihûm e; dema ku ziman winda dibe gel jî winda dibe. Ji ber vê yekê em mecbûr in zimanê xwe biparêzin. Ji beriya 7-8 salan dema pêşiya perwerdehiya dersa bijare ya zimanê kurdî vebû piştî hingê hikûmetê jî û PKKê jî nexwest ew qad berfireh bibe.”

Tan herwiha destnîşan kir: “PKKê wê demê got; yên ku serlêdana dersên bijarde dike ew kurdekî ne baş e. Herdu aliyan jî ew tişt sabote kirin, xirab kirin. Lê niha hilbijartin heye, hikûmet jî dixwaze tiştekî bike, dengên kurdan bistîne.. Sebeb jî ewqas ne mihûm e. Em bêjin hikûmet mecbûr ma, bila mecbûr bimîne. Ew mesele ji bo me baş e. Bila mamosteyan tayîn bike û wê rêyê berfireh bike. Eger em bikaribin zimanê xwe biparêzin em gav bi gav dikarin zêdetir tiştan bi dest bixin.”

Siyasetmedarê Kurd dibêje: “Ziman ji bo xweîfadekirina mirovan e, dema ku însan zimanê xwe tam nezane; hemû tiştên ziman yên wekî kultur, çand, helbest, roman, xeber nizane û wê demê nikare tişta ku di dilê xwe de ye derxîne holê, nikare xwe îfade bike. Ji ber vê yekê mirov zimanê xwe çiqas baş bizane ewqas dikare derdê xwe, coşa xwe baştir îfade bike.”

Altan Tan diyar kir: “Her kes ji bo berjewendiyên xwe tiştekê dibêje. Aliyên hikûmetê ji bo berjewendiyên xwe her roj bang dikin lê ji me re ew ne gelek girîng e. Di zimanê tirkî de goteneke wiha heye; “Derdimiz üzüm yemek, bağcıyı dövmek değil.” (Em dixwazin tirî bixwin ne li rezvanî bixin).”

Herwiha got: “Perwerdehiya bi du demjimêran helbet ne bes e; divê 4-5 heta 10 demjimêran perwerdehî were dayîn. Lê belê ew du demjimêr jî gavek e. Dûv re em ê vê riyê fireh bikin.”