Wezareta Pêşmerge hevkariya gel û hikûmeta Almanyayê bilind nirxand

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand; îro 24ê Çileya 2022yan Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn bi amadebûna Serokerkan Cemal Mihemed pêşwazî li şanda şêwirmendên welatê Almanyayê kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di civînê de Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Almanyayê bidawîbûna karê xwe ragihand û şêwirmendê nû li Wezareta Pêşmerge nasand.

Ji aliyê xwe ve Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn hevkariya gel û hikûmeta Almanyayê bo Pêşmerge bilind nirxand.

Wezareta Pêşmerge tekez kir ku Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Almanyayê kêfxweşiya xwe nîşan daye, ku kariye ligel hêzên Pêşmerge bixebite û xizmeta Pêşmerge bike.