Pispor: PKK ji geşbûna aboriya Herêma Kurdistanê aciz e

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Xeta boriya Kurdistanê ya petrolê vediguhêze Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, Sêşema borî rastî êrişekê hat. Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ku baskek yê PKKê ye êriş girt ser xwe. Lêkolîner û akademîsyenên kurd bertek nîşanî van êrişan dan û gotin ku; armanca êrişan têkbirina abûrî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Tirkiyeyê re ne. Li gorî akademîsyenan ev, êrişên dijminane ne û nayên qebûlkirin.

Xeta boriya Kurdistanê ya petrolê vediguhêze Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê di şeva 18yê Çileyê, li xala li Narli ya ser bi Mereşê ve rastî êrişê hat. Piştî êrişê agir bi boriya petrolê ket û di demjimêrên sibehê de hat temirandin. Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ku baskek yê PKKê ye êriş girte ser xwe. Şîrovekarên siyasî bertek nîşanî êrişê dan û gotin ku; armanca êrişê têkbirina abûriya Herêma Kurdistanê ye ev nayê qebûlkirin. Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Yilmaz Demîrhan got; PKK û hin welatên Ewrûpa ji pêşketina abûriya Herêma Kurdistanê û têkiliyên bir Tirkiyeyê re aciz in û bi êrişan dixwazin abûriyê têk bibin.

Prof. Dr. Yilmaz Demîrhan ji K24ê re wiha acivî: “Kî ji van têkiliyan (Têkiliyên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê) aciz e, helbet PKK jî jê aciz e û hin welatên Ewrûpayê jî. Ev xeta petrolê bi taybetî ji aliyê Tirkiyeyê ve xeteke stratejîk e. Dixwazin her gav ev petrol bê kutkirin. Em bêjin rojane 350 hezar bê derbas dibe û ev bê kutkirin, ev zirarê dide Herêma Kurdistanê jî digihîne Tirkiye jî. Yên ku naxwazin têkiliyên her du aliyan xurt bibin destlêwerdanê dikin.”

Li gorî daneyên fermî, ji xeta boriya petrola Kerkûk û Ceyhanê rojane 450 hezar bermîl petrola xav tê veguhestin. Şîrovekarên siyasî dibêjin; Herêma Kurdistanê bi dahata ku ji petrolê tê bihêz dibe, razemeniyan dike; mafê ti rêxistin û aliyan nîne ku rizqê kurdan armanç bike. Mamosteyê Zanîngeha Selçûk ya Konyayê Prof. Dr. Nezîr Akyeşîlmen got; PKK dixwaze bi van êrişan zirareke mezin bide abûriya Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê lê ev nayê qebûlkirin.

Prof. Dr. Nezîr Akyeşîlmen dibêje: “Rêxistinên nêzîkî PKKê êrişa boriya petrole girte ser xwe. PKK dixwaze bi vê yekê mesajan bide Tirkiye û û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hin welatên Ewrûpa û bêje ez li vir im. Di vê demê de nirxê petrolê giran bûye. Ev êriş zirareke mezin dide Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê.”

Xeta boriya Kurdistanê ya petrolê, ji sala 1970an ve petrola Kurdistanê digihîne bendera Ceyhanê û ji wir jî li bazara cîhanê tê belavkirin. Di 28ê Cotmeha 2020an de jî li Xala Bagok a Mêrdînê xeta boriya petrola Kurdistanê rastî êrişê hatibû û baskê PKKê yê çekdarî HPGê  ev êriş girtîbû ser xwe. Êrişên li ser abûriya Herêma Kurdistanê wekî êrişên dijminane tênpênasekirin û rastî bertekên tund tên.