6 mûşek arasteyî Balafirgeha Bexdayê hatin kirin

Bi rêya sîstema dijî mûşekan bersiva wê êrîşê hatiye dayîn

Hewlêr (K24) – Medyaya Iraqê ragihand; vê sibê 28ê Çileya 2022yan şeş mûşek li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê ketin xwarê.

Li gor zanyariyên çavkaniyên Iraqî; demjimêr 04:30yê sibehê, 6 mûşek li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê ketin xwarê.

Jêderên ewlehiyê diyar dikin; cara duyem e ku beşa sivîl a Balafirgeha Bexdayê ku welatiyên sivîl ji bo geştên derve û navxwe bi kar tînin, ji aliyê milîsan ve tê mûşekbarankirin.

Hat ragihandin ku bi rêya sîstema dijî mûşekan bersiva wê êrîşê hatiye dayîn.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama êrîşê de zirara maddî li çend balafiran ketiye û heta niha li ser ziyana canî agahiyek nehatiye parvekirin.