Îran welatên pêwendî bi Îsraîlê re asayî kirine hişyar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Îranê hişyarî da welatên ku di proseya asayîkirina pêwendiyên ligel Îsraîlê de cih digirin û got, ew ê bibin qurbaniyên yekem ên “dewleta Cihûyan”.

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade îro di konferanseke rojnamevanî de got: “Dewleta dagîrker a li ser bingeha terorîzmê û çêkirina aloziyan hatiye avakirin, hewl dide desthilata xwe netewî li ser axa û gelê Filistînê ferz bike.”

Xetîbzade got jî: "Ev statû, rûreşiya mirovatiyê ye û hewl dide aloziyê li navçeyê çêbike divê welatên ku pêwendiyên xwe pê re asayî dikin zanibin ku ew ê bibin qurbaniyên yekem ên vê statuyê.”

Tekez kir jî, Îran asayikirina pêwendiyên bi Îsraîlê şermezar dike û bang li wan welatan kir ku guh bidin dengê gelê xwe.

Ev daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê di demekê de ye, Serokê Îsraîlî Îsaac Herzog duhî bi serdaneke fermî gihîşt Îmarata Erebî û di wê serdanê de tekezî li ser wê yekê kir ku "peyama aştiyê" bingehê pêwendiyên welatê wî ligel Îmaratê ye.

Serokê Îsraîlê got jî, serdana wî ji gelên her du welatan û tevahiya herêmê re peyamek e ku divê gelek dewlet tevlî “peyamên Îbrahîm” bibin.

Îsraîl û Îmarata Erebî di sala 2020an de bi destpêşxeriya Amerîka “Peymana Îbrahîm” pêwendiyên xwe asayî kiribûn.