Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê kir

Balyozê Fransa li Iraqê spasiya destpêşxeriya Serok Barzanî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 02/02/2022an pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chevallier kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies jî amade bû, Balyozê Fransa li Iraqê spasiya Serok Barzanî kir ji ber wê destpêşxeriya ku ji bo proseya siyasî ya Iraqê ragihandiye û hêviya wê yekê xwest, ew bibe sedema nehiştina astengiyên li ber proseya siyasî ya Iraqê.

Her di vê hevdîtinê de, di derbarê rewşa Iraqê Serok Barzanî ragihand ku baştirîn rêya li ber aliyên siyasî, dûrketina ji tundutîjiyê û penabirina ji bo guftûgo û hevdu têgihîştina siyasî ye.

Gefên vê dawiyê yên terorîstên DAIŞê mijareke din a vê civînê bû û Balyozê Fransa tekez li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya hevpeymanan li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.