Mesrûr Barzanî û Balyozê Hollanda hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo dikin

Balyozê Holenda amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşem 08/02/2022 pêşwazî li Balyozê Hollanda li Iraqê Michel Rentenaar kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Hollandayê Hans Ackerbom jî amade bû, rewşa giştî, proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin û herwiha tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê de hatin kirin.

Balyozê Holenda bi girîngî behsa çaksaziyên ku di kabîneya nehem, bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge kir û amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî û weberhênanê de nîşan da.

Di tewereke din a civînê de, guftûgo derbarê pirsgirêka koçberên li Ewropayê hate kirin û tedbîrên Hikûmeta Herêmê ji bo bidawîkirina koçberiya qaçax, bi erênî û bi bandor hatin nirxandin.