Biden: Eger Rûsya Ukraynayê dagîr bike, dê berdêlên giran bide

Putîn agahdariyên Amerîka ên derbarê êrîşkirina Rûsya li ser Ukraynayê şbi ne rast bi nav dike
Vladimir Putin - Joe Biden
Vladimir Putin - Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden bang li hevtayê xwe yê Rûsî Vladîmîr Putîn kir, rageşiyê kêm bike û riya dîplomasiyê veke.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Amerîka di pêwendiyeke telefonî de bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimîr Pûtîn re, pêşhatên dawî yên rewşa Ukraynayê gotûbêj kirin, ji bo nehiştina aloziyê li ser dosya Ukraynayê.

Li gorî daxuyaniyê, Biden ji Putîn re tekez kiriye, eger Rûsya Ukraynayê dagîr bike, Rûsya dê berdêlên giran bide û êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê jî dê bibe sedema êş û azarên mirovî yên berfireh.

Ji aliyê xwe ve Kremlînê eşkere kir, Serok Putin li gel Serokê Amerîka li ser berdewamiya diyalogê li hev kirine û got ku diyaloga di navbera her du serokan de hevseng û pragmatîk bû.

Diyar kir jî, Putîn di pêwendiya bi Biden re, agahdariyên Amerîka ên derbarê êrîşkirina Rûsya li ser Ukraynayê şermezar kir û bi ne rast bi nav kir.

Kremlîn destnîşan kir, Putîn ji Biden re gotiye ku rojava wek tê xwastin zextê li Ukraynayê nake ji bo peymanên Mînskê cibicî bike.

Ragihand jî, Mosko dê di demek nêzîk de gavên xwe yên derbarê bersiva Washington û NATO li ser pêşniyarên xwe yên garantiya ewlehiyê ragihîne.

Ji aliyê xwe ve, ajansa “Bloomberg” a Amerîkî belav kir, “li gor ji jêderên agahdar, dibe ku Rûsya Sêşema bê dest bi dagîrkirina Ukraynayê bike.”