Li Herêma Kurdistanê Dadgehên Bazirganiyê tên damezrandin

Biryara vekirina Dadgehên Bazirganiyê diçe warê cîbicîkirinê.

Hewlêr (K24) – Biryara vekirina Dadgehên Bazirganiyê diçe warê cîbicîkirinê, Encûmena Dadwerî biryar da, li hemû dadgehên Herêma Kurdistanê, Dadgehên Bazirganiyê werin vekirin.

Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê ragihand: “Piştî hewl û daxwazên berdewam ên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ji bo vekirina Dadgehên Bazirganiyê, li gor nivîsa fermî ya Encûmena Dadwerî ku di beyna 1ê sala 2022yan de derketiye, biryar hat dayîn ku li hemû dadgehan, Dadgeha Bazirganî were vekirin.”

Di beyana Encûmena Dadwerî de hatiye diyarkirin; ji bo berjewendiya giştî û bi hikmê maddeya 22 ya yasaya desthilata dadwerî ya hejmara 23 ya sala 2007an, biryara pêkanîna dadgehê li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û Germiyanê bi navê dadgeha dîtina dozên bazirganî hat dayîn.

Herwiha hatiye eşkerekirin ku di wan dadgehan de ev doz dê werin dîtin:

1 – Dozên bazirganî ku yek ji wan aliyên dozê biyanî be.

2 – Nakokiyên girêdayî peymanên veberhênanê ku ji aliyê Desteya Veberhênanê ve destûr wergirtine li gor yasaya veberhênanê ya hejmara 4 a sala 2006 a li Herêma Kurdistanê.

3 – Dozên ku bi bingehên bazirganiyê ve girêdayî ne.

4 – Dadweriya bilez û fermana li ser daxwazên derbarê mijarên pêwendiya wan bi taybetmendiyên ku li jor di birgeyên 1, 2 û 3yê de hatine.