HDP: Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin

Hêzên asayişe rê nedan daxuyaniya HDPê.
Berdevka HDPê Ebru Gunay
Berdevka HDPê Ebru Gunay

Diyarbekir (K24) - Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin bi welatiyan re li Diyarbekirê li Qada Şêx Seîd derbarê rêberê PKKê Abdulah Ocalan de daxuyaniyekê bidin, lê hêzên asayişe rê nedan daxuyaniya girseyî. Piştî hevdîtinên dirêj yên di navbera siyasetmedar û hêzên asayîşê de peyvdara HDPê Ebru Gunay got; bila deriyên Îmraliyê bên vekirin û rê bê dayîn ku rêberê PKKê Abdullah Ocan biaxive.

Parlementerên HDPê û endam û rêveberên partî û rêxistinên hevgirtiyên HDPê xwestin ku li çend bajarên Bakurê Kurdistanê, 15ê Sibatê roja ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin şermezar bikin. Lê hêzên asayişa bajaran rêya daxuyaniyên girseyî neda.

Li Diyarbekirê HDPyiyan xwestin ku li Qada Şêx Seîd kom bibin û daxuyaniya xwe bidin. Lê hêzên asayîşê parlementerên HDPê Hişyar Ozsoy, Ebru Gunay, Remzîye Tosun, Îmam Taşçier û Dersîm Dag û Hevserokê BDPê Keskîn Bayindir, hevserokên HDPê yên rêxistina Diyarbekirê Zeyat Ceylan û Gulistan Atasoy dorpêç kir.

Her dîsa welatiyên ku xwestin beşdarî çalakiyê bibin jî kom bi kom hatin dorpêçkirin. Piştî hevdîtinan hêzên asayîşa tenê rê dan ku parlementerên HDPê daxuyaniyê bidin.

Berdevkê HDPê Ebru Gunay got; desthilatdariya Tirkiyeyê naxwaze ku pirsgirêka kurd çareser bibe, aşitî; aramî û pêşeroja vî welatî ye.

Ebru Gunay behsa rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî kir û got; em ji Diyarbekirê bang dikin; bila deriyên Îmraliyê bên vekirin û bila Ocalan bîr û boçûnên xwe bi rayagiştî re parve bike.