Mesrûr Barzanî li Konferansa Asayîşê bi hejmarek serok û serkirdeyên welatan re civiya

Mesrûr Barzanî ligel hejmarek serok û serkirdeyên welatan divice

Navenda Nûçeyan (K24) – Roja duyem a Konferansa Asayîşê ya Munichê bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam dibe û biryar e jî îro li perawîza konferansê, Mesrûr Barzanî hejmarek ji civîn û hevdîtinan bi serkirde û berpirsên pilebilind ên cîhanê bike.

Di wan hevdîtinan de, ji bilî pêwendiyên dualî û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên navçe û cîhanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa pirsên girêdayî bi ewlehiyê û rûbirûbûna terorê û hewlên navdewletî yên ji bo têkşikandina terorê li Iraqê dike.

Duhî 18ê Sibata 2022an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê li Munichê ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres civiyan û dawî pêşhatên rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo kirin.

Her li perawîza roja yekem a Konferansa Asayişê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini civiya.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munichê ligel Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar civiya. Di civînê de li ser rewşa Iraq û pêwendiyên duhî 18ê Sibata 2022an, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj hat kirin.

Konferansa Asayîşê ya Munichê duhî 18ê Sibata 2022an bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek ji serok û berpirsên pilebilind ên welatên cîhanê dest pê kir.