Parêzerê Aysel Tugluk: Azadnekirina Tugluk ne hiqûqî ye

Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku ji Kanûna 2016an ve zindanîkirî ye di zindanê de tûşî nexweşiya Demansê bûye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku ji Kanûna 2016an ve zindanîkirî ye di zindanê de tûşî nexweşiya Demansê bûye. Rapora Saziya Tiba Dadî ya Tirkiyeyê jî vê yekê piştrast dike lê heman sazî dibêje; ew dikare di zindanê de bimîne. Parêzerên Aysel Tugluk û rayedarên Komeleya Mafên Mirovan dibêjin; biryara azadnekirina Aysel Tugluk ne hiqûqî û mirovî ye.

Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk, bi giştî 6 sal û nîvan parlementerî kiriye. Her dîsa bi siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk re hevserokatiya Kongreya Civak a Demokratîk (KCD) û demekê jî rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan kiriye.

Aysel Tugluk, di 29ê Kanuna 2016an de ji aliyê Dadgeha Diyarbekirê ve bi tometa “rêveberiya rêxistina terorî ya çekdar” hat zindanîkirin. Tugluk di Zindana bi Tîpa F ya Kandira ya bajarê Kocaeliyê de di 2021ê de tûşî nexweşiya Demansê bû. Piştî vê yekê daxwaza parêzaran ya ji bo azadkirina Aysel Tugluk’ê hat redkirin. 

Parêzerê Aysel Tugluk, Serdar Çelebî got; di rapora Tiba Dadî ya Zanîngeha Kocaeliyê de tê gotin ku Aysel Tugluk tûşî nexweşiyê bûye û nikare bi tenê bijî.

Parêzer Serdar Çelebî dibêje; Saziya Tiba Dadî qebûl dike ku Aysel Tugluk tûşî nexweşiyê bûye lê li gorî wan Aysel Tugluk dikare di zindanê de bimîne. Serdar Çelebî vê biryarê li dijî hiqûqê û ne mirovî dinirxîne û dibêje roj li pey rojê rewşa Aysel Tugluk xirabtir dibe.

Serdar Çelebî ji K24ê re diyar kir: “Bi rastî li gorî hiqûqa Tirkiyeyê jî divê nexweşên vê nexweşiyê di girtîgehê de neyên sekinandin. Lê dest ji hiqûqî berdin ev biryar ne mirovî ye jî. Aysel Tugluk keseke naskirî ye û li vî welatî siyaset kiriye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê siyaset kiriye. Navdar e. Rêveberên Tirkiyeyê Aysel Tugluk’ê nas dikin û dizanin nareve. Dikarin bi tedbîreke din bê dermankirin. Dermankirina vê nexweşiyê di zindanê de nebe. Dema kul i ciheke baş be, pêwendiya wê bi mirovan re hebe dibe ku nexweşî bisekine. Me ev dixwest ku têkiliya wê bi mirovan re çêbe da ku hişê xwe winda neke.”

Li gorî gotinên parêzerê wê Aysel Tugluk di zindanê de nikare bi tena serê xwe bijî û ew bi desteka hevalên xwe dijî. Saziya Tiba Dadî, derbarê Aysel Tugluk de raporek ji 25 rûpelan pêk tê amade kir. Di 23ê rûpelên raporê de behsa nexweşiya wê nayê kirin û behsa tometbariyên wê tê kirin. Tenê di du rûpelan de behsa nexweşiya wê tê kirin û tê gotin ku; berpirsiyariya wê ya sizayî di cih de ye.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Diyarbekirê parêzer Abdullah Zeytûn got; di zindanan de hezar û 600 girtiyên nexweş hene û mafê nexweşên girtî tên binpêkirin, divê Aysel Tugluk û hemû nexweşên girtî bên azadkirin.

Abdullah Zeytûn ji K24ê re ragihand: “Di Rapora Saziya Tiba Dadî ya Tirkiyeyê de gelek şaşî hene. Di raporê de gelek xalên nehiqûqî jî hene. Çima? Sedema serlêdana raporê ya parêzerên Aysel Xanim ew e ku ew dibêjin Aysel Xanim nikare di girtîgehê de bimîne. Divê Tib a Dadî wê tesbîtê bike û wê ji wir derxîne û bibin li ciheke ku derfetên dermankirinê lê hebe.”

Di Îlona 2017an de diya Aysel Tuglukê Xatun Tugluk li Enqereyê wefat kir, hin kesan êrişî rê û reisma cenazeyî kirin û nehiştin ku li Enqereyê bê veşartin. Termê dayîka Aysel Tuglukê ji gorê hat derxistin û li Dêrsimê bi axê hat spartin.  Li gorî gotinên parêzerên wê Aysel Tugluk piştî êrişên li ser rê û resma oxirkirina diya wê ew hêdî hêdî tûşî nexweşiya Demansê bû.

Aysel Tugluk ji Doza bûyerên Kobanî û doza KCDê tê darizandin. Ji doza KCDê bi 10 sal sizayê giran yê zindanê hatiye sizakirin. Parêzerên wê dibêjin; dê hewlên ji bo azadkirina wê berdewam bikin.