Li Diyarbekirê şahiya zimanê Kurdî birêve çû

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî şahiya zimanê kurdî birêve çû. Şahî, bi cilûberg û stranên kurdî xemilî. Beşdarên şahiya gotin ku divê li Bakur kurd zêdetir li ziman û çanda xwe xwedî derbikevin û zêdetir daxwaz bikin ku kurdî bibe zimanê fermî.

Li Diyarbekirê bi pêşengiya Komeleya Lêkolîna ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û beşdariya komele, platform û rêxistinên çand û zimanê kurdî şahiya ziman birêve çû. Siyasetmedar û hejmareke zêde ya welatiyan bi zarokên xwe ve beşdarî şahiyê bûn. Hevserokê MED-DERê Rifat Ronî got; gavên ku dewlet li ser ziman diavêje gelek qels in; divê kurd bi dengeke bilindtir daxwaza fermîbûna zimanê xwe bikin.

Hevserokê MED-DER Rifat Ronî ji K24ê re got: “Gava ku mirov qala gelekê an neteweyeke ku bi milyonan e bike divê perwerdehiya zimanê wê neteweyê ji destpêkê ve bê dayîn. Divê ji pêşdibistanê û pê ve an ji aliyê dewletê ve an jî ji aliyê rêveberiyên herêmî ve perwerdehî bê dayîn. Dema ku ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya ziman tune be bi rastî ew gel û zimanê wî jî nayê hesibandin.”

Şahî, bi dirûşma “Zimanê min nasnameye, di devê min de ye” hat encamdan. Di gotarên ku hatin pêşkêşkirin de daxwaza statûyê ziman hat kirin. Şano hat pêşkêkirin, helbest hatin xwendin û konsert hat dayîn. Beşdaran govend gerandin. Gelek dayîk û bav û zarokan cilûbergên kurdî li xwe kirin. Endamê Platforma Zimanê Kurdî Hayrettîn Altun got; li gorî salên borî îsal kurd zêdetir li ziman û çanda xwe xweyî derdikevin û heger ku ev daxwaz bi dengekî bilindtir bê kirin dê riya fermîbûna ziman hêsantir bibe.

Endamê Platforma Zimanê Kurdî Hayrettîn Altun dibêje: “Niha hinek pêngav hene, pêngaveke jî dersên hilbijare an jî televîzyoneke bi kurdî ye. Ku bi kurmancî û kirmançkî weşanê dike. Ev hemû li ser daxwaza gelê kurd e. Ev daxwaz jî hetiye astekê. Ez bawer im bi tekoşîn û lêxwedîderketina gelê kurd dê dewlet jî gavê bavêje. Çiqas em li ser xwe bin, em çiqas bibin xwedî hêz, em çiqas li zimanê xwe xwedî derkevin dê ewqas ji aliyê dewletê ve jî pêşketin çêbin. Em bi riya televizyonê dîsa jî bang dikin; ziman mafê sereke ye, bila dewlet mafê zimanê kurdî yê fermîbûn û perwerdehiyê nas bike.”

Îsal li Tirkiye û bajarên Bakur, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî, hefteyekê dê çalakî bên kirin. Li Bajarên wekî Riha, Wan Batman, Şirnex û Colemêrgê rêxistinên wekî baroyan û komeleyên çand û ziman, çalakiyên ziman tên encamdan.  Çalakiyên li ser ziman dê heta 23yê Sibatê berdewam bikin.