20 hezar û 265 xwendekaran dersa kurdî hilbijartine

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 20 hezar û 265 xwendekaran zimanê Kurdî wek zimanê hilbijartî ji bo sala xwendinê ya 2021-2022an xwastine

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat zanîn ku di sala xwendinê ya 2021-2022an de, 20 hezar û 265 xwendekaran zimanê Kurdî wek zimanê hilbijartî xwastine.

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû di 2'ê Sibata 2022'an de ji Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Mahmut Ozer pirsnameyek pêşkêşî Meclîsê kiribû. Tanrikulu li ser dersên zimanê bijarte yên ku li dibistanan tên dayîn û hejmara xwendekarên ku ev ders hilbijartine pirsî.

Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Mahmut Ozer 4 roj beriya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayik ê Cîhanê (17'ê Sibatê) bersiv da pirsnameyê da. Ozer diyar kir, di sala perwerdeyê ya 2021-2022an de 20 hezar û 265 xwendekaran zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî hilbijartine.

Ozer herwiha diyar kir, xwendekarên pola 5, 6, 7 û 8an jî dikarin zimanên Adîgî (alfabeya latînî), Abazîn (alfabeya kîrîlî), lazî, Gurcî, Arnawitî û Boşnakî hilbijêrin.

Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî ji sala 2012an ve di nava pergala Wezareta Perwedeyê ya Tirkiyeyê de cih digire û bo polê 5, 6, 7 û 8ê tê dayîn.

Lê îsal helmeteke berfireh ji bo hilbijartina serîlêdana waneya bijare ya Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji aliyê gelek partî, rêxistin û çînên civakê ve hatibû destpêkirin û tê pêşbînîkirin ku ji sala 2022 - 2023an hejmara xwendekarên ku waneyên Kurdî hilbijêrin, zêde bibe.