Putin: Bijardeyeke din nemabû

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê êrîşa ser Ukraynayê de ragihand: “Bijardeyeke din nemabû.”

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê êrîşa ser Ukraynayê de ragihand: “Bijardeyeke din nemabû.”

Rûsyayê vê sibehê bi fermana Putin êrişeke berfireh bo ser Ukraynayê da destpêkirin ku heta niha jî berdewam e û dengê teqînan ji bajarên sereke yên Ukraynayê bilind dibe.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî vê êvarê li Moskowê civînek ligel karsazan pêk anî û behsa êrîşa li ser Ukraynayê kir.

Putin êrîşa li ser Ukraynayê wek “gaveke ji bo asayîşa Rûsyayê” bi nav kir û got, “Rûsya hê jî beşek e ji sîstema cîhanî ya aborî û em naxwazin ev sîstem têk biçe.”

Serokê Rûsyayê derbarê şerê li gel Ukraynayê jî got: “Li hember vê rewşê ti bijardeyeke din nemabû. Hemû hewldanên me negihiştin encamê. Li ser Rûsyayê metirsiya ewlehiyê gihiştibû astekê ku rêyek din li ber me nemabû.”

Putin got; ti pêşketinek li ser daxwazên Rûsyayê çênebû û diyar kir ku wan xwe ji bo sizayan jî amade kiriye.