Berdevkê Partiya Saadetê: Mafê ziman, mafekî bingehîn e

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Saadetê Bîrol Aydin li Diyarbekirê derbarê rojevê de civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê Şerê Rûsya-Ukraynayê de anî zimên ku diyaloga ku 10 salan bidome ji şerê 1 demjimêr bidome çêtir e. Derbarê statubûna zimanê Kurdî de jî got, ew mafekî bingehîn e û nîqaşa wî jî nabe.

Berdevkê Partiya Saadetê û Cîgirê Serokê Giştî yê Saadetê Bîrol Aydin li Diyarbekirê civînek li gel endamên çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsên derbarê rojevê de da. Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin derbarê Şerê Rûsya-Ukraynayê de amaje kir ku ew di wê baweriyê de ne divê pirsgirêk bi rêya muzakereyan werin çareserkirin ku diyaloga 10 salan bidome ji şerê 1 demjimêr bidome çêtir e.

Derbarê xwedîstatubûna nasname û zimanê Kurdî de jî Bîrol Aydin bersiva Kurdistan24ê da û got, ev yek mafekî bingehîn e û ji nîqaşê re jî girtiye ku ev mafekî mirovî ye ku ji xwe divê herkes xwedî vî mafî be. Derbarê neyîna HDPê di civîna 6 partiyan de jî Aydin anî zimên ku HDP jî dizane çima ne li wê civînê de bû û partiyên tevlî civînê bun jî dizanin çima HDP ne di wê civînê de bû.

Bîrol Aydin derbarê pergala Hikumeta Serokomar de jî anî zimên ku divê Tirkiye vegere pergala parlementoya xurt û bal kişand ser rewşa aboriya Tirkiyê û anî zimên ku derbarê dahatê de li Tirkiyê newekheviyek kûr heye û bal kişand ku %50 yê dahata Tirkiyê di destê %20ê serjimêriyê de ye ku ev yek newekheviyek balkêş e.

Berdevkê Partiya Saadetê destnîşan kir ku hilbijartin di demê xwe yê asayî de jî be û pêşwext jî be ji ber ku civak êdî guherînê dixwaze dê desthilat were guhertin.