Serok Barzanî û Plasschaert dawî pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê guftûgo dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 2 Adara 2022an pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.
Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên nava proseya siyasî ya Iraqê, pêngavên destûrî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û rêyên ji bo derbaskirina astengiyên siyasî hatin guftûgokirin.
Her di vê hevdîtinê de, pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de û hewlên ji bo hevahengî û karên hevbeş ên hikûmeta Herêmê û hikûmeta Bexdayê hatin gotûbêjkirin û amaje bi rola Netewên Yekgirtî yên di vê derbarê de hat kirin.
Rewşa siyasî û dawî guhartinên li ser asta navçe û navdewletî, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.