Blinken: Em ê berevaniya xaka NATOyê bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand: “Em amade ne bihust bi bihust berevaniya axa NATOyê bikin, me di şev û rojekê de dît çawa êrîşî wêstegehên atomî hat kirin.”
Antony Blinken destnîşan kir; şer li Ukraynayê berfireh bûye, tiştê girîng ew e ku çawa dawî lê bînin û Rûsya ji wî welatî vekişe û dest bi gotûbêjan were kirin.
Li aliyê din, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand: “Em ji Rûsyayê daxwaz dikin, li dijî cîranê xwe şer rawestîne, em êrîşa Moskowê bo ser wêstgehên atomî şermezar dikin.”
Neteweyên Yekbûyî ragihand; şer li Ukraynayê derbasî hefteya duyem bûye, zêdetirî milyonek awareyên Ukraynî koçberî welatên Ewropayê bûne.