“Êrîşeke Rûsyayê li ser Kîevê hat şikandin”

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya “Washington Post” ji zarê berpirsên Amerîkî ragihand; êrîşên artêşa Ukraynayê pêşketina karwaneke mezin a Rûsî ber bi paytexta Ukraynayê Kîeve ve têk bir. Lê ev yek nebû rêgir ku hêzên Rûsî li başûr bajarekî mezin dorpêç bikin.

Di vê navberê de Şaredarê Mariupolê got; bendera stratejîk a bajêr li rojhilatê Ukraynayê di bin dorpêçkirinê de ye û rastî êrişên tund ên Rûsî tê û banga avakirina korîdora mirovahî kir.

Wê rojnameyê li ser zarê berpirsekî payebilind ê îstixbarata rojavayî ragihand, di roj û hefteyên pêş de şerê li Ukraynayê dê derbasî qonaxeke nû bibe, dê zirarên giran di jiyana mirovan de derkevin.

Êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê îro di roja xwe ya dehemîn de berdewam e û li gor zanyariyan, artêşa Rûsyayê beşek ji navçeyên wî welatî kontrol kirine, di nava wan de jî bajarê Khersonê yê li başûrê heye.

Ev yek di demekê de ye, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin duhî ragihand; danûstandinên ji bo çareseriyeke aştiyane li Ukraynayê, tenê dema hemû daxwazên Rûsyayê werin bicihanîn, dê pêk were.