Artêşa Rûsyayê “agirbestekê” ji bo derketina sivîlan radigihîne

Artêşa Rûsyayê Korîdorên mirovî li Kîev, Mariupol, Kharkiv, Sumy vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser daxwaza Serokê Fransayê ji Serokê Rûsyayê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro ji demjimêr 10:00ê ve korîdorên mirovî li Kîev, Mariupol, Khrakiv û Sumy vekirin.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat: “Li ser daxwaza Serok Macron ji Serok Putîn, em ji demjimêr 10.00 û şûnde agirbestê (rewşeke aram) radigihînin û korîdorên mirovî li Kîev, Mariupol, Kharkiv, Sumy vedikin.”

Di daxuyaniyê de bang li aliyê Ukraynayê hat kirin ku li gorî şert û mercên avakirina korîdorên mirovî bibe ji bo welatiyên sivîl û yên biyanî biyanî ji bajaran derkevin.

Hat diyarkirin jî, agahiyên li ser “avakirina korîdorên mirovî yên li Ûkraynayê” dê ji saziyên Neteweyên Yekgirtî, Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê, Komîteya Xaça Sor a Navdewletî û saziyên din ên navdewletî re werin şandin.

Ev yek piştî wê tê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn duhî Yekşemê di pêwendiyeke telefonî de, ji hevtayê xwe yê Fransî Emmanuel Macron piştrast kir ku Rûsya amade ye diyalogê ligel Ukraynayê bike di egera “cîbicîkirina daxwazên Rûsyayê yên naskirî bê şert û merc” de.