Hêzên Rûsyayê karwana tank û zirxpoşan li nêzîkî Kîevê bi cih hiştiye

Rayedarekî Amerîkî eşkere kir; di van çend rojan de ti guhertinek li bereyên şer ên li deverên bakurê Ukraynayê rûnedane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarekî Amerîkî eşkere kir; di van çend rojan de ti guhertinekê li bereyên şer ên li deverên bakurê Ukraynayê rûnedaye û li başûr jî pêşketina hêzên Rûsyayê gelek lawaz bûye.

Rayedarê Amerîkî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ragihandiye: “Me tu guhertinek li bakur û derdora Kîeva paytext nedîtiye, li Kharkîvê jî şerekî xwînavî berdewam e.” Herwiha destnîşan kiriye: “Serbazên Rûs karwana xwe ya tank û zirxpoşan li nêzîkî Kîevê bi cih hiştiye û zirareke mezin ji aliyê artêşa Ukraynayê ve gihîştiye karwana Rûsî.”

Di demekê de ku hêzên Rûsyayê hewl didin paytexta Ukraynayê dorpêç bikin, di daxuyaniyekê de Desteya Serokerkaniya Ukraynayê ragihand; hêzên Rûsyayê amadekariyê ji bo êrîşkirina ser wî bajarî dikin.

Di çend demjimêrên borî de hejmarek bajarên Ukraynayê ji aliyê hêzên esmanî, deryayî  û topxaneyên Rûsyayê ve rastî êrîş û bombebaranên tund hatin, li gor gotina Neteweyên Yekbûyî jî, ji ber şer û pevçûnan, heta niha zêdetirî milyonek û 500 hezar welatiyên Ukraynayê ber bi welatên cîran ve koç kirine.

Li ser rewşa başûrê Ukraynayê jî, rayedarê Amerîkî diyar kiriye: “Me ti pêşveçûneke Rûsyayê ber bi Odesaa (bajarekî stratejîk e û li ser Deryaya Reş e) nedîtiye û ti nîşaneyek tune ye ku di demeke nêz de kiryareke serbazî ji aliyê hêzên deryayî û bejahî yên Rûsyayê ber bi wî bajarî ve were encamdan.”