Gera sêyem a hevdîtinên Rûsya û Ukraynayê bi dawî bû

Gera sêyem a hevdîtinan bê encam bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Gera sêyem a hevdîtinan a di navbera şandên Ukrayna û Rûsyayê de bê encam bi dawî bû.

Gera sêyem a danûstandinan di navbera karbidestên Rûsî û Ukrayna de îro roja duşemê nêzîkî sê demjimêran berdewam kir.

Şêwirmendê Serokatiya Ukraynayê Mykhailo Podoliak di derbarê hevdîtinan de ragihand: “Di warê lojîstîka korîdorên mirovî de hin guhertinên erênî yên biçûk çêbûn. Lê belê tu encamek ku dê rewşê bi girîngî baştir bike tune."

Li aliyê din şanda Rûsyayê jî ragihand ku ew hêvî dikin korîdorên alîkariya mirovî 8ê Adarê vebin.

Herwiha şanda Rûsyayê da zanîn ku danûstandinên di navbera wan û şanda Ukraynayê de dê bidomin.