Mesrûr Barzanî: Em amade ne ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê

"Biryara Dadgeha Federal a li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê, binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye."

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şanda Amerîkî ya bi serokatiya Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller kir û ragihand; biryara Dadgeha Federal a li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê, binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye û xizmeta berjewendiyên welatiyan û seqamgîrî û aramî û asayîşa Iraqê nake, em amade ne ji bo çareseriya kêşeyan bi rêya danûstandinan.

Şanda Amerîkî ji Fermandarê Hêzên Hevpeymanan a li Iraq û Sûriyê General John Brennan, Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Îranê Jennifer Gavito, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk û welatên Sûriye, Lubnan û Urdin Ethan A. Goldrich, Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino û hejmarek rayedarên din pêk dihat.

Di civînê de guhertin û geşedanên herî dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û rewşa Sûriye û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Mijara sereke ya civînê li ser biryara Dadgeha Federal a derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistanê de bû.

Di vê çarçoveyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir û destnîşan kir ku ev biryar, binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye û xizmeta berjwendiyên welatiyan û seqamgîrî û aramî û asayîşa Iraqê nake.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê jî ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya danûstandinan û li ser bingeha destûrê nîşan da.

Şanda Amerîkî piştevaniya xwe ji bo berdewambûna seqamgîriya aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê anî ziman.

Gef û metirsiyên terorîstên DAIŞê û girîngiya berdewambûna piştevanîkirina Pêşmerge, mijareke din a gotûbêjên civînê bû.