Li Kirmaşan 7 kolber birîndar bûn

Li sînorê qezaya Pawe ya ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve 7 kolberên xelkê Selasa Bawecanî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li sînorê qezaya Pawe ya ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve 7 kolberên xelkê Selasa Bawecanî birîndar bûn.

Malpera mafên mirov a Rojhilatê Kurdistanê Hengaq ragihand; şeva sêşema borî, hêzên Îranê li sînorê Newsûd yê ser bi bajarê Pawe teqe li hejmarek kolberan kirine û di encamê de sê kolberên xelkê Selasa Bawecanî hatine birîndarkirin.

Roja çarşemê jî di bûyereke din de li ser rêya Pawe-Newsûd, otomobîlek wergeriyaye ku çar kolberên xelkê Selasa Bawecanî têde bûn û li gor rêxistinên mafên mirovan, her çar kolber birîndar bûne û bo Nexweşxaneya Pawe hatine veguhestin.

Li navçeyên cuda yên parêzgeha Kirmaşan, ciwanên bê kar ji bo bidestxistina karê kolberiyê diçin bajarokê Newsûd û ji wê derê xwe dighînin Başûrê Kurdistanê bo veguhestina kelûpelan, wek kelûpelên elektrîkê yên nav mal, cil û berg, tekel û xwarinê.