Li Tirkiyê hejmara pêketiyên Koronayê kêm dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 140 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 10ê Adarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 29 hezar û 492 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 140 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 62 hezar û 245 kes baş bûne.