Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokkomarê Tirkiyê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 12/3/2022an di çarçoveya Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan civiya.
Di civînê de, her du aliyan behsa derfet û çawaniya pêşvebirina pêwendiyên Tirkiyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û firehkirina warên hevkariyên hevbeş û pêşxistina zêdeter a tevgera bazirganî û aborî kirin.
Rewşa Iraq û astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê, mijareke din a civînê bû, tê de her du alî hevnêrîn bûn li ser gihîştina hêz û aliyên Iraqî bi hevtêgihîştineke hevbeş û derketina ji rewşa xitimî û pêkanîna hikûmeta nû ya federal a Iraqê ku rengvedana pêkhateyên be.
Derbarê pêwendî û pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya çareserkirina yekcarî ya pirsgirêkan bi guftûgoyan û li ser binemaya destûrê kir.
Her du aliyan, dawî pêşhatên navçeyê bi giştî, şerê li dijî terorê û metirsiyên ewlehiyê guftûgo kirin û li ser girîngiya karkirin û hewlên hemû aliyan û yên navdewletî ji bo parastina ewlehî û aramiyê hevnêrîn bûn.