Yekem Agirê Newrozê Li Diyarbekirê hat pêxistin

Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin.

Diyarbekir (K24) – Yekem agirê Newroza 2022an li Diyarbekirê hat pêxistin. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê daxuyanî dan û bang li welatiyan kirin û bi coş beşdarî pîrozbahiyan bibin. Endam û rêveberên komîteyê û partiyên siyasî li dora agirî govend gerandin.

Yekem agirê Newroza 2022an ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê û parlementerên HDPê ve li hewşa avahiya şaxa HDPê ya Peyasê hat pêxistin. Hevserokê şaxa HDPê ya Diyarbekirê û endamê Komîteya Amadekar ya Newrozê Zeyad Ceylan got; Newroz zimanê zikmakî ye, çand e û roja xwedîlêderketina destkeftiyên Kurdan e.

Endam û rêveberên partiyên siyasî û Komîteya Amadekar ya Newrozê li dora agirî govend gerandin banga beşdarbûneke bihêz li welatiyan kirin.

Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin.