DÎSK: Em êrîşa ser K24ê şermezar dikin

Şaxa Çapameniyê ya Konfedarasyona Sendîqaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir.

Hewlêr (K24) - Şaxa Çapameniyê ya Konfedarasyona Sendîqaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir.

Şaxa Çapameniyê ya Konfedarasyona Sendîqaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em silametiya xebatkarên K24ê dixwazin, ku li Hewlêrê bûn armanca mûşekan.”

Herwiha diyar kir: “Em vê êrîşê şermezar dikin.

 

Îro 13/3/2022an demjimêr 01:00ê piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amêr û kelûpelên saziyê.