Kremlîn: Dibe Putin bi Zelensky re ji bo çespandina têgihîştinê ne ji bo gotûbêjan bicive

Peskov: Her du serok dikarin ji bo çespandina lihevkirinan ku hatine kirin bicivin û ne ji bo gotûbêjan bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir; armanca hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky eger pêk were, dê ji bo çespandina lihevkirinan be, ne ji bo gotûbêjan be.

Li ser daxuyaniya şanda Ukraynayê ya ji bo danûstandinan ku gotibû, Kîev belgeyan amade dike ji bo her du serok danûstandinên rasterast ên muhtemel pêk bînin, Peskov got:

“Danûstandin bi serê xwe pêvajoyeke amadekariyê ye. Her du serok dikarin, belkû divê ji bo çespandina lihevkirin û têgihîştinên ku hatine kirin bicivin û ne ji bo gotûbêjan bikin.”

Artêşa Rûsyayê di roja 21emîn de operasyona xwe ya leşkerî li Ukraynayê didomîne. Welatên rojava jî hewl didin dorpêçiyên aborî û siyasî deynin ser Rûsyayê û piştgiriya madî û manewî didin Kîevê.