Li Diyarbekir û Şirnexê di 3 rojan de 28 kes hatin desteserkirin

Di nava sê rojan de 24 jê jin bi giştî 28 kes ji aliyê hêzên asayişa Tirkiyeyê ve hatin desteserkirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekir û Şirnexê di 16, 17 û 19ê Adarê de 24 jê jin bi giştî 28 kes ji aliyê hêzên asayişa Tirkiyeyê ve hatin desteserkirin.

Di 16ê û 17ê Adarê de li Diyarbekirê rêveber û endamên saziyên civaka sivîl û siyasetmedar jî di nav de 24 jin hatibûn desteserkirin. Ji 15 jinên ku hatin dadgehkirin 7 ji wan hatin girtin 8 jê hatin azadkirin û 9 ji wan jî hêj desteserkirî ne.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî hevserokê berê yê şaredariya bajarokê Tilqebînê û 3 kesên din hatin desteserkirin.

Hêzên asayîşa Silopyayê, sibeha 19ê Adarê li bajarokê Tilqebîn a Silopiyayê avêtin hin malan.

Hevserokê berê yê Şaredariya Tilqebînê Lezgîn Aytiş û welatiyên bi navên Ramazan Kahraman, Abdullah Bozkurt û Îsmaîl Turk hatin desteserkirin.