Serok Barzanî bi boneya cejna Newrozê peyamek belav kir

Serok Barzanî pîrozbahî li malbatênşehîdan ên serbilind, Pêşmergeyên qehreman û welatiyên Kurdistanê li navxwe û derve û hemû perçeyên Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê peyamek belav kir û tê de germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê li navxwe û derve û hemû perçeyên Kurdistanê kir.

Di peyama Serok Barzanî de Hat: “Bi helkefta hatina cejna Newroz û serê sala 2722 ê Kurdî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê li navxwe û derve û hemû perçeyên Kurdistanê dikim û hêviya xweşî û kameraniyê ji bo wan dixwazim.”

Herwiha Serok Barzanî hêvî xwast ku ev cejin cihê xêr û aramî û bexteweriya hemû aliyan be û aştî û birayetî bi ser welatê me û navçeyê de bîne.