Ciwanekî Cizîrî li Enqerê hat kuştin

Ji bo kirrîna otombêlekê çûbû Enqereyê, li navçeya Golbaşi hat kuştin.
Huseyîn Angi
Huseyîn Angi

Hewlêr (K24) - Ciwanek bi navê Huseyîn Angi yê ji Cizîra Botan bo kirrîna otombêlekê çûbû Enqereyê, li navçeya Golbaşi ya Enqereyê hat kuştin û pereyên wî hatin dizîn. Huseyîn Angi li Goristana Cizîra Botan hat binaxkirin û ji aliyê girseyeke gelek qerebalix ve hat oxirkirin.

Huseyîn Angiyê 36 salî ku ji Cizîra Botan e û karê jimaryarnasiyê dike 2 roj berê ji bo kirrîna otomobîlekê berê xwe dabû Enqereyê.

Huseyîn Angi otombêl bi rêya înternetê dîtibû û ecibandibû û biryar dabu ku ji xwe re bistîne.

Hat ragihandin piştî ku Huseyîn Angi diçe Enqereyê bi xwediyê otomobîlê re dikeve têkiliyê û pere jê tê xwestin.

Huseyîn Angi dibêje heta otombêl ser navê wî neyê veguhastin, ew pereyan nade û li ser vê yekê jî navbera Huseyîn Angi û xwediyê otombêlê de nîqaş rû dide û xwediyê otombêlê li gel hevalên xwe êrîşî Huseyîn Angi dike û wî dîl digirin û êşkenceyê lê dikin.

Huseyîn Angi ku demekê di destê wê komê de dîl tê girtin paşê bi rêbazeke çekdarî tê kuştin. Hat ragihandin ku ew koma çekdar a Huseyîn Angi kuştîn berê jî kiriyarên wisa kirine.

Angi ku 23yê Adarê li Golbaşiya Enqereyê hatî kuştin di 25ê Adarê de li Cizîra Botan hat binaxkirin û jimareke zêde welatî tevlî merasîma cenazeyê Huseyîn Angi bûn.

Huseyîn Angi zewicî bû û bavê 2 zarokan bû.