Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Îmaratê civiyan

Di civînê de, guftûgo li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, pêşeroja enerjiyê û çend pirsên din hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Îmaratê Suhêl El Mazrouei civiya.

Li perawîza Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê li bajarê Dubay, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Îmaratê Suhêl El Mazrouei civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê dawî guhartinên Iraq û navçeyê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê û derfetên firehkirina hevahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de di warên enerejî, rê û çûnûhatinê de hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi armanca beşdariya di Korbenda Enerjiyê li Dubay, roja 25ê Adarê bi serokatiya şandeke hikûmetê ku ji Wezîra Çandiniyê Bêgerd Talebanî, Wezîrê Şarewaniyê Sasan Ewnî, Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk hatibû gihîşt Îmarata Erebî.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek ji hevdîtinan ligel serkirdeyên Îmarata Erebî kirin û biryar e jî çend hevdîtinên din jî bike.